Polîsên Tirk bi tundî kurdekî êşkence dikin û digirin

Li Bakurê Kurdistanê, eşkere kurd rastî êrişên nijdaperest tên û bi her awayî tên armanckirin. Dîmenekî din ku vê rastiyê eşkere dike ji navçeya Sûrê ya Amedê li holê ye. Polîs û leşkerên dewleta Tirk bi awayek keyfî Tacettîn Aslan ê kurd digrin û êşkence dikin.

Şeva 18’ê Mijdarê li taxa Melîk Ahmed a navçeya Sûrê ya Amedê di navber komek ciwan de nîqaş derdikevin.

Polîsên ku hatin cihê bûyerê, Tacettîn Aslan ê li kolanê bû bi zorê li erdê dirêj kirin û ji pişt ve kelepçe dikin.

Piştî wê, bi êşkenceya polîsan tê binçavkirin.

Dîmenê vê êşkenceyê hat weşandin û tê de tê dîtin çawa polîsê Tirk bi pehînan li ciwanê kurd ku li erdê dirêjkirî dixe.

Dayika vî ciwanê li hember vê tundiyê nerazîbûnê nîşan dide, lê ew jî dibe armanca polîsan û tê dehfandin.

Tacettîn Aslan ku bi lêdanê hat binçavkirin, niha bi îdîaya “li ber polîsan rabûye” girtî ye.

Back to top button