Dewleta dagirker careke din navçeya Eyn Îsa û Şera topbaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker di dema dawî de êrîşên xwe yên li ser herêmê zêde kirine. Artêşa dagirker careke din kampa Eyn Îsa û Rêya M4 topbaran kirin. 

Duh derengiya şevê gundên Mielek û Cedêda, rêya M4 û kampa Eyn Îsayê bi çekên giran û bi awayekî ketûber hatin topbarankirin.

Hemwextî êrişa li ser Ey Îsa, artêş dagirker gundên Tinib û Şewarxe yên navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî jî bi çekên giran topbaran kir.

Ev hefteyek e ji Eyn Îsa û Til Temir heta bi Şehba û Şêrayê, êrişên dijwar hene.

Herî dawî 6’ê mehê gundê Esediyê yê Zirganê topbaran kir û di encama êrişê de ji malbatekê 5 kes birîndar bûn.

Back to top button