Operasyoneke leşkerî li Diyalayê hat destpêkirin

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqî ji bo têkbirina bermahiyên DAIŞ’ê, dest bi operasyoneke leşkerî li parêzgeha Diyalayê kir.

Armanca operasyona ku ji 3 aliyan ve dest pê kiriye, avakirina zemîneke ewle ye, da ku koçberên Iraqî vegerin 6 herêmên Diyalayê.

Di vê operasyonê de, Artêşa Iraqî, Polîsa Federal û çekdarên Heşd El-Şebî beşdar bûne.

Ev operasyon piştî çekdarên Heşd Şebî li Diyalayê êrîşeke DAIŞ’ê têk bir, dest pê kir.

Berî niha, serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di serdana xwe ya parêzgeha Diyalayê de soza domandina operasyonên leşkerî yên li dijî DAIŞ’ê û gefên wê dabû.

Back to top button