Asayîşa Jin: Divê civak ji çalakiyên sixûrên Tirkiyê baldar be

Endama Hêzên Asayîşa Jinê li Kobanê Gulistan Mehmûd Kalo diyar kir ku sîxurên girêdayî dewleta Tirk, madeyên hişbirê di nava civakê de belav dikin. Endama Asayîşa jinê banga hişyarkirinê li civakê kir ku baldar bin û bi Hêzên Asayîşê re alîkar bin.

Ev demek e tevgera sîxurên girêdayî îstixbaratên dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî zêde bûye.

Herî dawî, hêzên Asayîşa Kobanê sîxurekî girêdayî MÎT’a Tirk girtibû.

Sîxurê hatî girtin da zanîn ku “wî û sîxûrên din ên li Bakurê Kurdistanê bi tawana danûstandina bi Rêveberiya Xweser re, bûn sedema girtina derdora 100 şêniyên Kobanê.

Her wekî agahiyên girêdayî nuqteyên Ewlehiyê yên li bajêr jî gihandine îstixbarata Tirk”.

Endama Asayîşa Jinê ya Kobanê Gulistan Mehmûd Kalo destnîşan kir ku “di 2014’an de, ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê şêniyên Kobanê neçar man koçî Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bibin.”

Gulistan got:

Di wê demê de, bi dehan şênî hatin binçavkirin û girtin û paşê ev kes ji xwe re kirin sîxur

Komkujiya Kobanê ya di 25’ê Hizêrana 2015 de jî bi destê van sîxuran pêk hat.

Tiliya heman sîxuran, di komkujiya 23’ê hezîranê ya li Helînca KObanê ku 3 jin hatin şehîdxistin de hebû.

Endama Asayîşa Jin Gulistan Mehmûd Kalo her wiha da zanîn jî ku sîxurên girêdayî dewleta Tirk, madeyên hişbirê di nava civakê de belav dikin..

Li ser vê jî bang li civakê kir ku hay ji çalakiyên wan yên li herêmê hebe û bi Hêzên Asayîşê re alîkar be.

Back to top button