KNK: Li ser statûya herêma Kurdistan û gelê Kurd metirsî heye

Kongreya Netewî ya Kurdistan KNK’ê bi daxuyaniyekê bal kişnad ser êrişên dagirkeran li hember Kurdistanê.
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad got: “Êriş û topbaranên dewleta Tirk û Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê, destkeftiyên gelê Kurd xistiye bin metirsiyê de.”

Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) li Hewlêrê bi amadebûna parlementerên DEM Partî û kesayetên biyanî, têkildarî metirsiyên li ser gelê Kurd û Kurdistanê civînek çapemeniyê lidarxist.

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad di civîna çapemeniyê de axivî.

Zeyneb Murda diyar kir ku pirsgirêk û aloziyên herêmî zêde bûne û wiha got:

“Vê yekê jî bandorek nebaş li ser pirsa gelê Kurd ya li çar beşên Kurdistanê kiriye.

Niha metirsî li ser nemana Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye.”

KNK: Êrişên dewleta Tirk destkeftiyên gelê Kurd xistiye bin metirsiyê

Êrişên dewleta Tirk û Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê jî di rojeva KNK’ê de bû.

Zeyneb Murad li ser wê mijarê ev tişt anî ziman:

“Êriş û topbaranên dewleta Tirk û Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê, destkeftiyên gelê Kurd xistiye bin metirsiyê de.

Ji ber wê heta çareserî ji doza rewa ya gelê Kurd re neyê dîtin, wê metirsî dewam bike.”

KNK: Azadiya birêz Ocalan bingeha pêvajoya aşitiyê ye

Hevseroka KNK’ê têkildarî girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî wiha dewm kir:

“Azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan ya ji bo doza rewa ya gelê Kurd wê bibe bingehê pêvajoya aştiyê.

Ji bo wê erkê saziyên ragihandiniyê ye ku rola xwe ji bo azadiya birêz Ocalan bilîzin.”

KNK: Em hewil didin binpêkirinên Tirkiyê ji parlementoya Ewropayê re parve bikin

Wezîrê Berê yê Dadê yê Îzlandayê Ugmandur Yunasun jî îşaret bi êrişên dewleta Tirk kir û got:

“Tirkiye li sinorên Herêma Kurdistanê tevliheviyan derdixe.

Tawanên wê yên li dijî gelê Kurd dewam dike.

Em hewil didin tawanên artêşa Tirk nîşanî welatên Ewropa û parlementoya Ewropayê bidin.”

Back to top button