Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê di gel QSD’ê, operasyoneke ewlehiyê li kampa Holê li dijî şaneyên DAIŞ’ê da destpêkirin. Berdevkê Asayîşa Giştî Elî El-Hesen anî ziman ku armanc ji vê operasyonê, têkbirina bermahiyên DAIŞ û parastina sivîlan e.
Endamên Asayîşê, QSD’ê; YPG û YPJ’ê li dijî şaneyên DAIŞ’ê û ji bo parastina sivîlan li kampa Holê “operasyona Mirovî û Ewlehiyê” ragihand û heta niha 9 kes girtine, yek ji wan çeteyekî bi navê Ebû Seed El-Iraqî ku endamên DAIŞ’ê kom dikirin heye.
Nûçegihanê me kêliya destpêkirina operasyona bi hêzên ewlehî re ket nava Kampê de û ragihand ku wê lêgerîn li her koîeyeke kampê were kirin û Koalîsyona navdelewletî desteka asîmanî dike
YPG: Hêzên herî pispor di operasyonê de ne
Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd ji Ronahî Tv re eşkere kir ku, Kampa Holê bi qasî mezinbûna bajarê Kobanê ye û û hişmendiya DAIŞ’ê di serê wan de ye, ji lewre ji ber girîniya vê operasyonê hêzên wan ên herî pispor ketine tevgerê de, da ku rê li ber vejînbûna DAIŞ’ê bigirin.
47 bûyerên kuştinê li kampa Holê rû dane
Piştî rizgarkirina Baxozê beriya 2 salan ji hêla QSD’ê ve, bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan xwe radest kirin û niha jî bêhtirî 60 hezar kes ji 57 welatan di Kampa Holê de ne
Piştî zêdebûna tevgera şaneyên DAIŞ’ê, ji serê salê de 47 bûyerên kuştinê li Kampê rû dane û kontrolkirina Kampê gelekî zehmet e.