Ji duh ve, PDK’ê 3 nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê li Hewlêrê girtine

Hêzên PDK’ê li Hewlerê endamekî nûnertiya Rêveberiya Xwerser li Hewlêrê û du endamên PYD’ê li Hewlêrê girtin.

Doh di dema nûnerê Rêveberiyê Cîhad Hesen, endamê têkiliyên PYD’ê li Hewlêrê Mistefa Xelîl û endamê PYD`ê Mistefa Ezîz diçûn pêşwaziya mêvanên xwe li bafirgeha Hewlerê, ji aliyê Hêzên PDK’ê ve hatin girtin.

PYD’ê got ” Ev nêzîkatî hêviyên gelê me pêk nayîne, ew dikeve xizmeta dijmin de û tovên fitineyê diçîne. Hevgirtin û parastin pêwîst in. PDK’ê ji vê gavê berpirsiyar e”

Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Başûr jî dibêje: “Hemwextî êrîşên Dewleta Tirk û rewşa hestiyar a Kurdistanê, bêyî sedem were zanîn, ev endam hatin girtin. Em vê bûyerê şermezar dikin. Divê sedema girtinê were diyarkirin û bi lez werin berdan”

Daîreya Têkiliyên Derve: ” Em hêvî dikin di vê pêvajoyê de, aliyên li Başûrê Kurdistanê bi projeyên fitineyê yên dewleta Tirk neyên xapandin. Ji vê gavê dijminê gelê Kurd sûdê dibîne. Divê çarenûsa hevalên me eşkere bibe û demildest serbest werin berdan.

Back to top button