Li Şengalê Cejna Çarşena Nîsanê hate pîroz kirin.
Bi hezaran Êzidî ji her derê berê xwe dan Şengalê û Cejn pîrozkirin.
Her wiha peyamên xurt ên ji bo mîsogerkirina Xweseriya Şengalê hatin dayîn.
Bi rast hatina cejna çarşema Nîsanê re Êzidiyan berê xwe dan warê xwe yê miqadestt Şengalê û Cejna Çarşema Nîsanê pîrozkirin.
Yek ji qadên pîrozbahiyê Baxçeyê Serok Apo ê li Geliyê Kersê bû.
Li vir axaftin û peyamên giring ên pîrozbahiyê hatin dayîn û Cejna civaka Êzidî hate pîrozkirin.
Şahiya Cejnê ku bi pêşengtiya Navenda Çand û Hunera Şengalê hatî lidarxistin, bi hezaran kes beşdarbûn.
Riham Hesen: Em ê bi rihê berxwedanê li ser lingan bin
Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen jî Cejna Çarşema Nîsanê li Rêber Apo û tevahî şehîdên 74 fermanan û civaka êzidî pîroz kir.
Riham Hesen da diyarkirin ku weke civaka Êzidî ewê bi rengê Nîsanê û bi rihê berxwedanê her dem li ser lingan bin.
“Divê Civaka Êzidî vegerin ser axa xwe û xweseriya xwe pêk bînin”
Berdevka Koordînasyona Cîvaka Êzidî a Ewrupayê Çîçek Yildiz jî diyar kir ku divê civaka Êzidî vergerin ser axa xwe û xweseriya xwe pêk bînin.