Dewleta Tirk li ser tecrîda li Îmraliyê gelek hincet nîşan dan

Dadgeha Tirk Tecrîda li îmraliyê sivik dît û hewil dide daxwazên Gelê Kurd û serlêdanên parêzeran berovajî bike.
Derket holê ku Dadgeha Destûrê ya dewleta Tirk ji Wezareta Edaletê têkildarî tecrîda li ser Rêber Ocalan nêrîn xwestiye û wezaretê îdia kiriye ku “muameleyeke xirab” tune ye û ji ber “sedemên ne di destê wan de” hevdîtin hatine qutkirin.

Ji 2 salan zêdetir e ku agahî ji Rêbêr Ocalan nayên wergirtin.

Hevdîtin bi awayekî keyfî û sîstematîk tên astengkirin û cezayên dîsîplînê lê tên ferzkirin.

Parêzeran serî li Dadgeha Destûrê ya dewlet Tirk dabû û diyar kir ku bi taybetî ji sala 2021’an ve ji ber tecrîda girankirî û astengiyan, muwekîlên wan rastî muameleya xirab tên.

Wezareta Tirk hewil dide tecrîda li Îmraliyê sivik nîşan bide

Di 8 salên dawî de Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi dehan caran serî li Dadgeha Destûrê daye.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Dadgeha Destûrê ji nav van serlêdanan der barê 23 serlêdanan ji Wezareta Edaletê ya dewleta Tirk nêrîn xwestiye.

Wezaretê têkildarî qedexeya hevdîtinê, cezayên dîsîplînê, mafên axaftina bi telefonê, qedexeyên li Îmraliyê yên di dema Rewşa Awarte de û gelek mijarên din, nêrîn pêşkêşî Dadgeha Destûrê kir.

Dadgeha Destûrê ji Buroya sedsalê nêrîn xwestîye

Her wiha Dadgeha Destûrê der barê 23 dosyeyan de ji Buroya Hiqûqê ya sedsalê nêrîn xwestiye.

Wezaretê di 24’ê Adarê de nêrînek pêşkêşî Dadgeha Destûrê kiriye.

Hate îdiakarin wezaretê gotiye;

Tecrîda li Îmraliyê “ne muameleya xirab e” û tecrîd “sivik” e.

Wezaretê îdia kir ku mafên hevdîtina bi malbat, parêzer, telefon, wergirtin û şandina nameyan jî li gorî qanûnê tên sepandin.

Wezaretê îdia kir ku redkirina daxwazên hevdîtinê ne rewşeke kêfî ye û sedema vî tiştî jî wek qedexeyên hevdîtinên bi serlêder û parêzeran re diyar kir.

Dadgeha Destûrê di 3’yê Nîsanê de piştî ku wezaretê nêrîna xwe pêşkêş kir, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî nêrîn xwest.

Bi salan e serlêdanên parêzeran bi bersiv dimînin

Parêzeran diyar kir ku berevajî îdiayên wezaretê divê serlêdanên wan di çarçoveya xala 17’emîn a destûrê (qedexekirina muameleya xirab û îşkenceyê) de bên kirin.

Parêzeran destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de mafên Rêber Abdullah Ocalan û muwekîlên din hatine desteserkirin.

Dadgeha Destûrê bi salan e serlêdanên parêzeran nabersivîne û nayê zanîn ev serlêdanên dawîn dê kengê werin bersivandin.

Back to top button