Li Kampa Holê Jineke 49 salî bi guleyekê hat kuştin

Li kampa Holê bûyerên armanckirina koçber û penaberan zêde dibin û herî dawî jineke 49 salî bi guleyekê hat kuştin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihand ku li kampa Holê jineke 49 salî ku koçbereke Sûrî ye, ji aliyê kesine nenas ve hat kuştin.

Li gorî heman çavkaniyê, ev jin bi demançeyeke bêdeng bûye armanc.

20’ê vê mehê jî, kesine nenas gule berdan hin koçberên Iraqî û di encamê de koçberek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Back to top button