YRK: Li Pêncewînê ti windahiyên me çênebûye

Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser êrîşên hewayî yên dagirkeriya dewleta Tirk ên li li ser herêmê Pêncewîn daxwiyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin,

“15’ê Nîsanê komek hevalên me dema ku li ser erkê xwe bûn, wesayita ku tê de bûn ji aliyê balafirên bêmirov ên dagirkeriya Tirkiye ve li bejahiyê Pêncewîn rûbirûyê êrîşê hewayî hatin.

Di vê êrîşa namirovane de tu wendahiyên me çênebûne û ev îddîa ne rastin.”

YRK’ê da zanîn Dagirkeriya Tirk ev demeke li hember herêmên Asos û Pêncewîn him tevgera hewayî him jî êrîşên xwe yên hewayî zêde kiriye û got:

“Ev êrîş ji konsepte giştî qut nîne, girêdayî şerê topyekûn ê li dijî gelên Kurdistan û gerîlayên azadiyê ye.”

Fermandariya YRK di dawiyê de bang kir ku pêwîste gel li hember vê rastiyê xwe di rêxistinkirin de zêdetir xwedî hewildan bibin.

Balafirên dewleta Tirk gundên Pêncwên bombebaran kir

Back to top button