NPG Operasyona Şoreşgerî ya şehîd Helmet Dêreluk pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel Operasyona Şoreşgerî ya Gerîlayên azadiyê a li Zapê pîroz kir.

Fermandiyarê destpêkê şehîd ji malbatên şehîd Serxwebûn Serhed û Rizgar Çavreş re serxasxî xwest û got.

“Em soza xwe ya ji bo şehîdan a dilsozî, serxistina armancên wan û xwedîderketina li bîranînên wan, di şexsê hevrê Serxwebûn û Rizgar de dubare dikin.

Fermandariyê diyarkir ku Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêreluk bû çalakiya herî serketî ya salên dawî û ev nirxandin kir:

“Vê operasyona şoreşgerî bi fedaîtiya Apoyî, ruhê êrîşê, bicihanîna asta taktîkî bi rengê hostatî, rêbaza lêdanê û profesyoneliyê, asteke bêhempa afirand.

Di sala 2024’an de ku ji niha ve eşkere bûye ku ji aliyê têkoşîna me ve wê nebe saleke ji rêzê.

Li ser vê bingehê, em hemû fermandar û şervanên tevlî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêreluk bûne, pîroz dikin.”

Back to top button