Koreya Bakur..Pyongyang: Muşeka hîpersonîk bi serkeftî li armanca xwe daye

Koreya Bakur ceribandina muşeka xwe ya doh pêk aniyî piştrast kir. Çapemeniya Pyongyangê ragihand ku çeka hatiye ceribandin moşekeke nû ya hîpersonîk e.  Hate gotin, muşekê armanca xwe ya dorî 700 kîlometreyî bi serkeftî têk biriye.

Rêveberiya Koreya Bakur duh bi ceribandina moşeka xwe ya nû raya giştî ya navneteweyî tirsandibû.

Di nûçeya ku ji aliyê Rojnameya Rodong Sinmun a di bin kontrola dewletê de hat weşandin de hat ragihandin ku mûşekeke nû ya hîpersonîk a bi pêşengiya Akademiya Zanistên Parastinê ya Neteweyî hatiye çêkirin hatiye ceribandin.

Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku armanca 700 kîlometre dûrî hatiye danîn bi awayekî serkeftî hatiye têkbirin.

Hat destnîşankirin ku rêveberên Partiya Karker a desthilatdar û Akademiya Zanistên Parastinê ya Neteweyî jî dema ceribandinê de, amade bûn.

Her wiha hat diyarkirin ku di şert û mercên zivistanê yên dijwar de teknolojiya sotemeniyê ya ku di fuzeyê de tê bikaranîn bi serkeftî hat ceribandin.

Li gorî nûçeya di Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Koreya Bakur (KCNA) hatî weşandin jî wiha tê gotin:

Serkeftinên li qada mûşekên hîpersonîk xwedî girîngiyek stratejîk û nûjenkirina hêzên çekdar ên dewletê bileztir dike.”

Di daxuyanîya ku doh ji aliyê Sererkanîya Giştî ya Koreya Başûr ve hat dayîn de hat ragihandin ku Koreya Bakur li gorî saeta herêmî derdora seat 08:10’an, ji peravên rojhilatê welêt ber bi deryaya Japonyayê ve muşekek nû avêtiye.

Ev muşeka navborî li derya Japonya ketiye.

Hikumeta Japonya jî ev yek piştrast kiribû.

Tê zanîn ku mûşekên hîpersonîk bi qasî 5 caran ji leza deng (1235 km/h) zûtir in.

Moşekên Hîpersonîk, ku ji hêla pergalên parastinê yên kevneşopî ve ne mimkûn e ku werin tespît kirin, wekî teknolojiya parastinê ya paşerojê têne dîtin.

Back to top button