Li navendeke polîsan a li paytexta Sûriyê Şamê teqîn pêk hat. Di teqînê de efserek û 4 leşker birîndar bûn.
Li herêma Berzê ya paytexta Sûriyê, Şamê teqînek çêbû.
Teqîn li navenda polîsan a li Berzê pêk hat.
Wezareta Karên Hundir a hikumeta Şamê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di encamê de efserek û 4 leşker birîndar bûne.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan bi daxuyaniyekê teqîn piştrast kir.
Navendê diyar kir ku birîndar ji bo tedawiyê rakirina nexweşaneya El-Nefîs ya li Şamê.



