Êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk li ser herêmê, li gelek bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi çalakiyên cuda hatin şermezarkirin.
Êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gelek bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyê hatin şermezarkirin.
Rêxistina navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) xwest êrîşan li ber avahiya partiyê şermezar bike.
Lê belê polîsan êriş birin ser girseya gel û Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê û rêveberên partiyê bi lêdanê binçav kirin.
Bi pêşengiya DEM Partiyê li avahiya Edeneyê ya HDP’ê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin.
Hevseroka HDP’ê ya Edeneyê Hêlîn Kaya nerazîbûn nîşanî êrişên Tirkiyeyê da û got,
“Ji bo Tirkiyeyeke demokratîk dest ji polîtîkayên şer berdin.
Rastî û destketiyên Kurdan qebûl bikin.”
Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê li kolana ku avahiya partiyê lê ye daxuyaniyek da çapemeniyê.
Endamê Komîsyona Hilbijartinê ya DEM Partiyê Orhan Gur daxuyanî da û xwest êrişên bêperwa yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tavilê bê rawestandin.
Gur bang li dijberên şer kir ku bikevin nava liv û tevgerê.
Li navçeya Geverê jî çalakî li ber avahiya DEM Partiyê pêk hat û gelek kes tevlî bûn.
Endam û rêveberên DEM Partiyê li ber avahiya navçeya Akdenîzê li hev kom bûn.
Polîsan dor li avahiyê girtin û xwestin li pêşiya daxuyaniyê bibin asteng.
Girseya gel a ku ji bo daxuyaniyê li hev kom bû tim û tim dirûşme gotin.
Her wiha li Îdir, Îzmîr û gelek bajarên din jî bi çalakiyên cuda êriş hatin şermezarkirin.
Li Bakurê Kurdistanê êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin