Li Helebê 3 ciwan tevlî refên gerila bûn

Li Helebê ji bo bersivdayîna êrişên li dijî Rojavayî Kurdistanê, 3 ciwanan tevlîbûna xwe ji refên gerila re ragihandin.
Ciwanan gotin: “Bi fikir û felsefeya Rêber Apo em ê tevahî erdingariya kurdistanê bi parêzin”.

Teblîbûna ciwanan bi şahiyekê ji aliyê Tevgera Hîlal Zêrîn a bajarê Helebê pêk hat.

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, beşdarî şahiya tevlîbûnê li hola Talat Şems a Helebê bûn.

Di şahiyê de 3 ciwanên taxa Şêxmeqsûd ragihandin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Apo û bersivdayîna êrişên dewleta Tirkiyê ya dagirker li ser tevahî xaka kurdistanê, tevlîbûna xwe ji refên Gerîla re ragihandin.

Ciwanan navên xwe yên Tevgerî diyarkirin”Hemze”, “Karker” û “Welat”.

Şahiya tevlîbûnê bi sitranên şoreşgerî ji aliyê koma “Çiyayê Hawar “a Tevgera Hîlal Zêrîn bi dawî bû.

Back to top button