Artêşa Tirk gundên Şehba û navçeya Şerayê topbaran kir

Aartêşa Tirk a dagirker di saetên êvarî de, gundên kantona Şehba û gundên navçeya Şera ya kantona Efrînê topbaran kir.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker saet 19:10’an dest bi topbarana li ser gundên Samoqa, Til Cîcan, Til Medîq, Um Hûş, Hirbil, Şêx Îsa, Bêlûniyê, Eynd Deqnê, Miniq, derdora Til Rifetê yên Şehbayê kir.

Gundên Meranaz û Malikiyê yên navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî jî hatin tobparankirin.

Artêşa Tirk gundên Bakurê Minbicê topbaran kir

Li Minbicê jî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk hebû.

Navenda Ragihandinê ya Melcisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe gundên Ereb Hesen, Seyade, Cat ên bakurê Minbicê bi çekên giran topbaran kirine.

Li ser hurgiliyên êrişê agahî nehatin parvekirin.

Her wiha di nava rojê de, artêşa Tirk a dagirker, 3 caran gundên Til Tewîl û Tewîla yên rojavayê navçeya Til Temirê topbarankirin.

Di nava 2 saetan de 10 bendên kontrolê hate bombardiman kirin

Back to top button