Dewleta Tirk careke din êrişî kantona Qamişlo kir

Bê ku yek seatê jî bisekine, Dewleta tirk dijî herêmê êrişên topyekun pêk-tîne.
Ne bi şev û ne bi roj balafirên dagirkeran li herêmê ne-hatine xwearê.
Cihên binesaziya herêmê, kargeh, stasyon û hemû cêhên pêve-jiyanê dibin armanca êrişan.
Kantona Qamişlo dîsa hat bombekirin.

Îro jî li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûiyê êriş dagirkeriya Tirk nesekinîn.

Ji dema despêkirina êrişan ve, li ser bajarê Qamişlo balafirên keşifên û bêmirov yên dewleta Tirk daneketine.

Balafirên bêmirov yên dewleta tirk careke din êrişî Qamişlo kirin.

Gundê Nihmetiyê yê rojhilatê Qamişlo hat bombebaran kirin.

Nûçegihanên me ragihandin ku di êrişê de birîndar hene.

Balafirên dagirkeriyê li cihê Avahîsayziyê yên Sadkoba nîzîkî girtîgeha Elaya 3 caran bombe kir.

Li ser rêya Elî Fero ya Qamişlo avahîsaziyek hate bombebaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker Hîzama Bakur a bajarê Qamişlo jî kir armanca êrişên xwe.

Di êrişê de zirarên madî pêk hatin.

dîmen li ser gurupê seat 5 û 20 deqe li ser gurupa lezgîn hatiye
Piştî wê kargeha savarê ya li rojhilatê gundê Girbawî yê Qamişlo hat bomebarankirin.

Hemxwextî vê êrişê, li bajarokê Rimlêlan jî Stasyona Tiwîbê ya petrolê û ya genim hatin bombebaran kirin.

Balafira bê mirov gundê Girziyareta yê Rimêlanê cihê binesaziya civakî bombebarankir.

Gundê Tewîla yê navçeya Til Temir hat bombebarankirin

Belafireke bê mirov ya dewleta tirk ya dagirker gundê Tewîla yê girêdayî Til Temirê bombebaran kir.

Seatên sibehê jî, dewleta Tirk a dagirker gundê qeremox yê rojhilatê bajarê Kobanê bi çekin giran topbaran kir.

Daristana bajarê Kobanê jî para xwe ji êrişan girt.

Hemwextê wê gundê Samûqa ya herêma Şehba jî hat topbarankirin.

Back to top button