Bi boneya 4’ê Nîsanê çalakiyên pîrozbahiyê hatin lidarxistin

Ji 4’ê Nîsanê, rojbûna Rêêber Ocalan re çend roj mane. Gelên herêmê jî bi vê wesîleyê çalakiyên pîrozbahiyê dewam dikin. Îro jî li herêmê gelek çalakî hebûn.

Ji bo 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Ocalan tenê çend roj mane.

Her sal şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi coş û kelecan vê rojê bi şahî û çalakiyan pîroz dikin.

Îsal jî ev kêf û coş dinava şêniyên herêmê de destpêkiriye.

Ji 25’ê vê mehê ve şêniyên herêmê bi çalakiyên cur bi cur çalakiyên pîrozbahiyê lidardixin.

Di vê çarçoveyê de, îro Komîteya Şilêr ya zarokan li bajarê Qamişlo dest bi pêngava paqijkirinê kir.

Komîteyê li zarokan lepik û maske belav kir û li gulîstana Rêber APO ya li taxa Hilêliyê dest bi paqijkirinê kir.

Yek ji rêveberên komîteyê Cûlya Xilo axivî û 4’ê Nîsan li cîhanê û gelê kurd pîroz kir.

Konferansa Îslama Demokratîk jî di der barê jiyana Rêber APO û nerînên wî ên li ser ola îslamê ji, meleyên Mizgeftan, alimên olî li Mizgefta mezin a li Dêrikê re civînek li dar xist.

Li Eyn Îsa jî Partiya Yekîtiya Demokratîk- PYD’ê ji Şêx û rûspiyên Girê Spî bi boneya rojbûna Rêber Apo civînek li dar xist.

Meclisa Sivîl ya Reqayê jî civînek der barê fikr û felsefeya Rêber APO li Navenda Çand û Huner li dar xist.

Bi dehan şêx û rûspiyên Reqayê li gel şêniyan di civînê de amede bûn.

Her wiha li Mizgefta Şêx Salih El Neqşibendî ya bajarê Kobanê ji aliyê mela Izzeddîn Şno ve semînerek der barê jiyana Rêber APO de hat dayîn.

Di semînerê de bi dehan şêniyên bajarê Kobanê amade bûn.

Back to top button