Meşa Azadiyê li Evryê ya Parîsê ye

Meşa Azadiyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Evry a Parîsê di roja 11’an de ye.
Di meşê de gelê herêmê, dikandar û sazî têkildarî tecrîd û tevgera azadiyê welatî agehdar kirin.

‘Meşa Azadiyê’ ya 11 roj berê li paytexta Fransa Parîsê hatibû destpêkirin, li Evry a bajêr dewam kir.

Meşa li ber avahiya Walîtiya Evry destpê kir heta li ber avahiya Şaredariya Evryê dewam kir.

Di meşê de bi hezaran belavokên ji bo hişyarkirina derdorê hatin belavkirin.

Her wiha, dosyayên ku derbarê tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo de tê meşandin, pêşkêşî dikandar û saziyên Fransayê yên li herêmê hatin kirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê, yek ji meşvanan Faruk Demîr axaftinek kir.

Meşvanên ji 25 kesan pêk tê di tevahiya meşê de bi coş stran û dirûşme gotin.

Şêniyên herêmê bi zimanê Fransizî û hoparloran der barê tecrîda li ser Rêber Apo de hatin agahkirin.

Qertên di meşê de hatin berhevkirin ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîda girankirî de ye re hatin şandin.

Qonaxa meşê ya sibê (roja 12) wê li banliyoya Villeneuve Saint Georges a li başûrê Parîsê pêk were.

Her wiha wê li vir sînevîzyonek bê pêşandan.

Meşa ji Parîsê ber bi Starsboûrgê ve di roja 10’an de gihişt bajarê Melûn

Back to top button