Îro salvegera 2. a şehadeta şehîd Hemza Tolhildan bû.Bi vê armancê li goristana şehîd Dijwar ya Hesekê bi merasîmekê şehîd Hemza hate bibîranînê. Di merasîmê de hate diyarkirin ji bo parastina doza şehîdan ew ê her li ser rêka wan bimeşin û berxwe bidin.
Hevalên şehîd, endamên saziyên sivîl û leşkerî û malbata şehîd beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de birayê şehîd Omîd Gabar axivî û wiha got “Di şexsê şehîd Hemza em hemû şehîdên azadiyê bibîr tînin.
Em ê şopdarên rêka van şehîdan bin û heya dawî ji bo parastina nirxên wan têbikoşin.”
Her wiha hevalê şehîd Şêx Diyab Elcêlat jî axivî û diyar kir ku şehîd Hemza nûmûneya her kesek ku doza azadiyê dike.
“Ez wek hevalê wî soza xwe nû dikim dê her dem li ser rêka wî bim û em ê parastina vê xetê bikin.