Li bajarê Îzmîrê polîsan êrişî meşa gel a li dijî tecrîdê kir

Li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan û polîtîkayên şer, li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê çalakiya protestoyî hat lidarxistin. polîsên Tirk êrişî çalakiyê kir û 50 kes kirin binçavan. Têkildarî êrişên desthildariyê yên li dijî gel rêxistina HDP’ê a bajarê Amedê daxuyaniyek da û êriş şermezar kir. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî diyar kir ew ê hesabê hemû derhiqûqiyan bipirsin.

Li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan û polîtîkayên şer, li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê çalakiya protestoyî hat lidarxistin.

Polîsên dewleta tirk a dagirker dor li çalakgeran girt û êriş kir.

Her wiha polîsên Tirk nehiştin ku parlamenterên HDP’ê derbarê mijarê de daxuyaniyê bidin.

Hevserokê HDP’ê yê Bodrûmê Mehmet Zahir Yaşar yê 55 salî di dema êrîşa polîsan de, krîza dil derbas kir û ew rakirin nexweşxanê.

Her wiha herî kêm 50 kes hatin binçavkirin.

Li Stenbolê polisan êrişî gel kir û bi dehan kes hatin binçavkirin

Li Stenbolê jî bi daxwaza berdana girtiyan û li dijî tecrîdê di pêşentiya partiyên siyasî, sazî, rêxistin û malbatên girtiyan de duh meşek hate lidarxistin.

Li vir jî Polîsên Tirk êrişî gel û siyasetmedarên kurd kirin û 69 kes binçav kirin.

Ev yek di raya giştî ya gelê Kurd û demokrat de bû cihê nerazîbûnan..

HDP’ê li ser êrişa polisan a li Izmîr û Amedê daxuyanî da

Têkildarî mijarê, rêxistina HDP’ê ya bajarê Amedê li meydana Dagkapiyê daxuyaniyek da û êrişên li dijî gel şermezar kir.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî bertek nîşanî êrişa polîsan a li dijî partiya wan û gel da û got:

“Dê bersiva şimaqa duh a li dijî Parlementer Ferhad Encû li ser sindoqê were dayîn.

Em ê yek bi yek hesabê hemû derhiqûqiyan bipirsin.”

Pervîn Buldan: Ew şîmaq nîşaneya dijminatiya li hemberî Kurdan e

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî bertek nîşanî van êrişan da û got: “Duh li vir şîmaq li rûyê hevserokê me yê bajêr Ferhat Encu xistin û ew binçav kirin.”

Bûldan destnîşan kir ku dê gelê Roboskiyê li ber we çokê neşikîne, hûn ê çokê bişikînin û got ku HDP, vîna bi milyonan kesî ye û em vê êrişê şermezar dike.

Back to top button