Li herêmên hikûmeta Şamê 29 kesên din bi vîrûsê ketin

Li herêmên hikûmeta Şamê, pêketina 29 kesên din bi vîrûsa Coronayê hat ragihandin.

Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Şamê bi daxuyaniyekê, pêketina 29 kesan û mirina kesekî bi vîrûsa Coronayê ragihand.

Her wiha wezaretê eşkere kir ku 10 kesên din jî ji Coronayê baş bûne.

Bi van daneyên dawî re jî, li herêmên hikûmeta Şamê heya niha 809 kes bi Coronayê ketine, ji wan 256 baş bûne û 44 mirine.

Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Şamê duh li ser lezbûna belavbûna vîrûsê jî hişyarî dabû û banga girtina tedbîran zêdetir kiribû.

Wezaretê destnîşan kir ku cezayên aborî yên li ser welêt bandoreke neyînî li ser saziyên tenduristiyê kiriye.

Back to top button