Dagirkeran gundên Melek , Cedîda û kampa Eyn Îsa topbaran kirin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker her ku diçe li ser herêmê zêde dibin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî gundên Melek, Cedîde û Kampa Eyn Îsa topbaran kirin.

Duh derengiya şevê dagirkeran bi dijwarî gundên Melek, Cedîde û Kampa Eyn Îsa topbaran kirin .

Di heman demê de ​​​​​​​Balafireke bê mirov a bi çek li asîmanê navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê digeriya.

Her wiha Artêşa Tirk bi topan êrişî gundên Tawîle û Til Tawîle yên Til Temirê li ser rêya M4 kirin.

Di heman çarçoveyê de, gundên navçeya Zirgan dan ber topan.

Di encamê de zirarên madî gihaştin mal û milkên welatiyan.

Back to top button