Hevserokê Tevgera Azadî: Divê bi çalakiyan piştgiriyê bidin têkoşîna gerîla

Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Mihemed Ebdullah, derbarê êrişên dagirkeriya Tirk de got, nabe erka rûbirûbûna dagirkeran tenê li ser milê hêzek bimîne.

Duh di saetên êvarê de li Salona Mîlano ya Silêmaniyê ji aliyê Tevgera Azadî ve xwarina fitarê ji bo welatparêz, oldar û malbatên şehîdên PKK’ê re hat dayîn.

Piştî xwarinê, Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah li ser êrişên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê dike got:

“Têkoşînek bê hempa heye, tevgerek azadiyê heye ku rizgariya vî gelî li ser xwe girtiye.

Lê nabe em vî erkî tenê li ser milê wan bihêlin. Divê em tev bihevre bi kar û çalakiyên xwe piştgiriya têkoşîna wan bikin.”

Her wiha Mela Şêrzad Hesen jî li ser dagirkeriya Tirk ji gelê Kurd û berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê dua û hêviyên serkeftinê xwest.

Back to top button