Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê û Qamişlo meşên şermezarkirinê li dijî êrişan li dar xistin.
Ciwanên herêma Firatê bi meşekê hevkariya PDK’ê ya bi artêşa Tirk a dagirker re şermezar kir.
Di meşê de hevseroka Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Hebûn Mihemed axivî û seferberiya giştî ragihand.
Her wiha Hebûn bang li ciwanan kir ku li ser hemû asta têkoşînê mezin bikin û piştigiriyê bidin gerîlayan.
Ciwanên Qamişlo piştgiriya xwe ji berxwedana gerîlayan re nîşan da
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Qamişlo li pira taxa Siwês meşê destpê kir heta taxa Cûdî dewam kir.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Şêro Ehmed axivî û got: “Em hemû amade ne çek hilgirin û piştgirî bidin gerîla.”
Çalakî bi vêxistina agir û siloganên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.
Dayîkên Aştiyê yên Hesekê: Em li kêleka keç û xortên xwe yên gerîla ne
Çalakiya konvedanê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a li taxa Til Hecir a Hesekê jî didome.
Malbatên şehîdan, dayikên aştiyê, mamoste û Tevgera Xwendekarên Demokratîk beşdar çalakiyê bûn.
Endama rêveber a Meclisa Kantona Hesekê Zeyneb Şîtka axivî û got:
“Dagirker hemû çekên pêşketî û qedexekirî bi kar tîne, dixwaze bi van êrişan vîna HPG’ê têk bibe.



