Mihemed Xêr Şêxo: Civata navneteweyî berpirsa sûcên Tirkiyê ye

Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbic û Gundewarên wê Mihemed Xêr Şêxo diyar kir ku topbarankirina Kobanê ji aliyê dewleta Tirk ve, sûcekî nû li sûcên wê yên li herêmê zêde kir.

Şêxo diyar kir ku li herêmê sûcên dewleta Tirk a dagirker, çi bi rêya armancgirtina welatiyan an jî mizgeft, navendên tenduristiyê û qutkirina ava Firatê, dewam dikin.

Mihemed Xêr Şêxo topbarankirina Kobanê ya berî sê rojan bi bîr xist û got:

“B ivê topbaranê sûcekî nû li sûcên dewleta Tirk a dagirker hat zêdekirin.”

Dawiyê Mihemed Şêxo ev sûc şermezar kirin û civata navneteweyî berpirsa van sûcan dît.

Back to top button