Welatiyên Qendîlê: Divê hemû Kurd li dijî tecrîdê rabin

Welatiyên Qendîlê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezarkirin û bang li gelê kurd kirin ku helwestek cidî nîşan bidin.

Welatiyê bi navê Marif Êdzeyî diyar kir ku divê gelê kurd li dijî tecrîdê bê deng nemînin û got:

”Bi salane Rêber APO di bin tecrîdek girankirî deye.

Lê Kurd bêdengin, Gelo Rêber Abdullah Ocalan ji bo çi hatiye girtin?

Ji ber ku tenê daxwaza mafê Kurdan dike, bi salane dibin tecrîdê deye.”

Marif bang li kurdan kir ku ji bo bi destxistina Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dengê xwe bilind bikin.

Welatiyê bi navê Azad Siware jî da zanîn ku ger mafê mirovan hebe, ji bo çi cîhan li hemberî vê bê mafiyê bêdenge.

Azad wiha dewam kir:

”Pêwîste Kurd bibin yek û li ser mijara azadiya Rêber Abdullah Ocalan xwedî helwestek cidî bin. Êdî bêdeng nemînin.”

Azad bang li Kurdan kir ku li ber derê Neteweyên Yekbûyî nerazîbûna xwe nîşan bidin, êdî nebin temaşevan.

Xelkê Binarê Qendîlê li dijî tecrîdê meşiyan

Back to top button