Di mehekê de 300 kes li Girê Spî hatin bicihkirin

Tenê di meha Tîrmehê de 300 kes li kantona Girê Spî ya dagirkirî bi cih kirin.

Tirkiye û guhertina demografî.

Lîstoka eşkere di nav bêdengiya navdewletî de ye.

Planên qirkirinê ku dewleta Tirk li dijî Kurdên li Sûriyê pêk tîne, êdî ji her kesekî re berçav in.

Piştî hilbijartinên 28′ê Gulanê dest bi vegerandina bi darê zorê ya penaberên sûriyeyî kir.

Van penaber û malbatên çeteyan ber bi herêmên dagirkirî wekî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ve dişîne.

Dewleta Tirk di meha Tîrmehê de 300 kes li kantona Girê Spî ya dagirkirî bi cih kirin.

Li gorî ANAH’yê:

Heta niha bêtirî 22 hezar kes li kantonê hatine bicihkirin.

Ev kes malbatên çeteyên dewleta Tirk e û koçberên ji Heleb, Idlib, Hema, gundewarê Şamê û Dêrazorê ne.

Tevî van ewqas binpêkirin û tawanan, dagirkeriya Tirk dev ji sûcên kuştinê bernade.

Di 10’ê Tîrmehê de li Kantonê cenazeyê ciwanê bi navê Mihyar El Uweyîd (20) hate dîtin.

Li ser cenaze şopên êşkenceyê hebûn.

25’ê heman mehê 3 kesên ku hewl didan ji ber sûcên dagirkeran birevin ji aliyê çeteyan ve hatin gulebarankirin.

Her wekî 24’ê mehê jî girtin ser malan û 9 kes revandin.

Çeteyan li beramberî serbestberdana wan daxwaza hezar dolarî kirin.

Ji bilî vê 18’ê Tîrmehê , panzêra artêşa Tirk pêl ciwanê bi navê Fayîz Elî El Heco kir û jiyana xwe ji dest da.

Xelkê kantonê êdî ji ber sûcên artêşa Tirk xwepêşdan li dar xistin û girev ragihandin.

Xwepêşandana herî dawîn 3’yê Tebaxê bû.

Hemwextî van rastî û belgeyan, lê belê civaka navdewletî ji çîroka Erdogan a vegerandina penaberên Sûrî bi qîm û reza wan bawer dike û li jêr “berjwendiyên hevbeş” guhertina demografîk paşguh dike.

Back to top button