Amnesty International: Hêzên Îranê destdirêjiya zayendî li 45 xwepêşandêran kirin

Rêxistina Efûya Navnetewî raporek li ser tundiya ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê li dijî xwepêşanderan tê kirin weşand. Di raporê de hat diyar kirin ku 45 kes destdirêjiya zayendî li wan bûye di nav de 26 mêr, 16 jin û 7 jî zarokin.

Rêxistina Efûya Navnetewî (Amnesty International) têkildarî tundiya ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê li dijî xwepêşanderan tê kirin, raporek weşand.

Rêxistina Efûyê diyar kir ku hêzên ewlehiyê yên Îranê ji bo çavtirsandin û têkbirina serhildanên ‘Jin Jiyan Azadî’ serî li destdirêjiyên zayendî daye û got:

45 xwepêşandêryên girtî yên rastî destdirêjiyê hatibûn piştî berdanê serpêhatiyên xwe vegotin.

Ji van 45 kesan 26 mêr, 16 jin û 7 jî zarokin.

Di raporê de serhatiyên van 45 kesan hatine belgekirin ku hêzên ewlehiyê yên Îranê destdirêjiya zayendî li wan kirine.

Her wiha ji 45 rizgarbûyên ku rewşa wan di raporê de hatiye belgekirin, 16 ji wan rastî destdirêjiyê hatine ku 6 jin, 7 mêr, zaroka keçek ya 14 salî û 2 xortên 16 û 17 salî bûn.

Di raporê de hate eşkerekirin ku 6 ji wan jî ku 4 jin û 2 mêr, rastî destdirêjiya zayendî komî hatine.

Dewleta Îranê rê nade malbata Jîna Emînî xelata keça xwe bigirin

Zextên dewletê yên li dijî malbat Jîna Emînî jî hîn didome.

Xelata Azadiya Ramanê ya Sakharovê di meha Cotmehê de ji Jîna Emînî û Tevgera Jin Jiyan Azadîyê re hat dayîn.

Xelat wê roja Sêşemê li Strasbourgê ji Parlamentoya Ewropayê re bê pêşkêşkirin.

Lê ji parêzerên malbata Jîna Emînî Chirinne Ardakanîyê ya li Fransayê ji AFP’yê re axivî û got:

Dewleta Îranê ji bo malbata Jîna Emînî beşdarî merasîma xelatdayinê nebe derketina wan qedexe kirîye.

Ji alîyê 118 endamên PE’yê nameyeke vekirî hat îmzekirin û di nameyê de helwesta rejîma Îranê ya li hember vê bûyerê, binpêkirina mafên bingehîn ên jinan û mirovan şermezar kirin.

Parlamenteran bang li rayedarên Îranê kirin ku dev ji vê biryara xwe berdin û rê bidin malbata Jîna Emînî ku roja Sêşemê li Strasboûrgê seredana Parlamentoya Ewropayê bike.

Back to top button