Şêniyên Şengalê: Divê Iraq rêveberiya me ya xweser nas bike

Şêniyên Xanesorê ku şahidiya Meclîsa Avaker a Rêveberiya Xweser a Şengalê kirine, banga naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê li Iraqê û herkesî kirin û gotin:
“Şengal ji aliyê Êzidiyan ve tê rêvebirin.
Rêveberiya Xweser xizmeteke mezin dike, divê bi awayeke fermî were naskirin.”

Şêniyên Şengalê yên ji destpêka avakirina Meclisa Avaker ve li Şengalê ne, banga naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê li Iraqê û hemû welatên peywendîdar kirin.

Welatiyê bi navê Hecî Xelef têkildarî mijarê axivî û got:

“2016’an Meclîsa Avaker a Şengalê avabû û 2017’an jî a Xanesorê avabû.

Meclis di demeke zehmet de avabû û biryara avakirina wê Mam Zekî da.

Destpêkê xebat bi navê Tevgera Azadiya Demokratîk a Ezidiyan-TEVDA’yê dihate meşandin û dema meclis çêbû jî li ser navê TEVDA’yê bû.”

Hecî Xelef bang li Îraq kir ku mafên wan bê naskirin û Rêveberiya Xweser a Şengalê qebûl bike.

Welatiyê bi navê Hesen Qasim jî diyar kir ku Meclisa Xweser ji aliyê vê civakê ve hatiye avakirin, ji ber wê divê ji aliyê her kesî ve were naskirin.

Back to top button