Li dijî gundên Minbicê jî êriş pêk hatin.
Hat ragihandin ku gundê dendeniye yê rojavayê Minbicê bi çekên giran û hawanan hat topbaran kirin.
Têkildarê êrişê Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyek da.
Navendê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Mertala Firatê gundê Dendeniye yê rojavayê Minbicê bi çekên giran û hawanan topbaran kirin.
Dagirkeran êriş ji baregeha xwe ya li gundê Şêx Nasir pêk anî.
Hêjeyî bi bîrxistinê ye ku gundê Dendeniyê tijî şênî ne.