Li dijî binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêla êrişên nû

Ji 23’yê Kanûnê ve dewleta Tirk a dagirker li dijî Rojava dest bi pêlên êrişan kir.
Êrişên herî dijwar li ser Qamişlo bûn.
Dîmenên ku derketin hovîtiya dewleta Tirk raxist ber çavan .
Di encama êrişan de 8 welatî şehîd û 18 jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker di her fersendê de fermana kuştina Kurdan, jin û zarokan dide.

Bi balafiran çavkaniyên jiyanî yên bi mîlyonan kesî hildiweşîne.

Ji 23’yê Kanûnê ve dewleta Tirk li dijî Rojava, radeya êrişên xwe zêde kirin .

Di encama êrişan de 8 welatî şehîd û 18 birîndar bûn.

Ji Dêrikê heta bi Minbic û Şehbayê cihên jiyanî yên gelên herêmê ku bi milyonan xelk debara xwe jê dike kir armanca êrişan.

Dewleta Tirk bi dehan cihên jiyanî yên Qamişlo bombebaran kirin

Herî dawî derengî şevê êriş li dijî Kobanê pêk hatin .

Taybet gundê Qeremox û Daristana Kobanê bûn armanca êrişan .

Bi giştî di encama êrişên li ser Kobanê 2 welatî birîndar bûn.

Dagirkeriya Tirkiyê nexweşxaneya Gurçikan a Qamişlo kir armanc

Beriya vê li Qamişlo Navenda şûştina Gurçikan ya ku beriya niha li bajêr vebibû hat armanc girtin.

Her wekî çapxaneya Sîmav a pirtûkan , Navenda dirûnkariyê (terzîxane) , Kargeha Êman ya Cizîrê hatin bombe kirin.

Di êrişên Qamişlo de 8 welatî şehîd bûn

Bi giştî di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Qamişlo de 8 welatî şehîd û gelek jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku ji birîndaran hin rewşên giran hen e.

Her weha ziyanek mezin a madî li saziyên xizmetguzariyê pêk hat.

Cihên jiyanî yên navçeya Amûdê hatin bombebarankirin

Ne tenê Qamişlo, cihên jiyanî yên navçeya Amûdê jî bûn armanca êrişan.

Di encamê de welatiyek birîndar bû û ziyanên madî çêbûn.

Dewleta Tirk gundên navçeya Şêrawa û Şehba topbaran kirin

Gundên Şehba jî, ji êrişên hovane yên dewleta qirker nefiltîn. Vê sibehê gundê Semoqa hat topbaran kirin .

Bi giştî li Kobanê û Qamilo herî kêm 25 navên xizmetguzerî hatin armancgirtin .

Mezlûm Ebdî : Êrişên Tirkiyê derbasî qonaxeke metirsîdar bûne

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ragihand ku êrişên Tirkiyeyê derbasî qonaxeke metirsîdar bûne.

Bi gotina Ebdî ew êrişên Tirkiyeyê aramiya herêmê ji nav dibe û metirsiyan bêhtir dikin û ziyanên mezin digihînin sivîlan.

QSD: Wê êrişên dewleta Tirk a dagirker bê bersiv nemîne

Rêveberê navenda ragihandina QSD’ê Ferhat Şamî jî ragihand ku dewleta Tirk hewil dide bi van êrişên ji xwe re serketineke sexte biafirîne.

Wekî din Rêveberiya Xweser jî dibîne ku ev êriş ji bo têkbirina destkeftiyên şoreşê ye.

QSD: Tiştek bi hêzên me nebûye, hêzên me li cihên hatine hedefkirin nînin

Back to top button