KNK, PYD Û KON-MED: Dewleta Tirk li ber çavên cîhanê Kurdan qetil dike

Êrîşên dewleta Tirk li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giranî dewam dike.
Konseya Rêveber a Kongra Netewî ya Kurdistanê-KNK, PYD’ê, Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Almanyayê KON-MED’ê, Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê û Komeleya Çandî û Civakî ya Newroz êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin û banga xwedîderketina li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Êrîşên dewleta Tirk li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giranî dewam dike.

Konseya Rêveber a Kongra Netewî ya Kurdistanê-KNK’ê bi daxuyaniyekê bêdengiya saziyên navdewletî li dijî êrîşên li ser herêmê şermezar kir û wiha got:

“Tirkiyê êrîşî nexweşxanan, dibistanan, mizgeftan, kargehên xizmetê, depoyên genim, îstasyonên petrolê, santralên elektrîkê dike.

Ev êriş sûcên şerin, cîhana ku li hemberî êrişê li Xezeyê bi hemû rengî dengê xwe bilind dike, mixabin li hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdenge.

Pêwîst e gelê Kurdistanê li her çar aliyan û seranserê cihanê xwedî li Rojavayê Kurdistanê derkevin.”

PYD: Tirkiyê ji tengaviya xwe ya leşkerî û siyasî êrişê herêmê dike

Her wiha PYD jî bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û wiha got:

“Ev şerê qirkirinê, şerê li dijî gelên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Turkmen, Çerkes û Ermene.

Bêdengiya Koalîsyon Navneteweyî li dijî êrîşan tê wateya ku ew berpirsên encamên wê ne.”

KON-MED: Yekane rêya rizgarbûna ji êrîşan xurtkirina yekitiyê ye

Her wiha Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Almanyayê KON-MED’ê bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kir û got:

“Dewleta Tirk li ber çavên hêzên navneteweyî bi eşkere sûcê şer dike.

Em bang li gelê Kurd, gelê Alman û hemû gelên xwedî wîjdan dikin ku li dijî van êrîşan dakevin qadan û rê li ber sûcên şer û qirkirinê bigirin.”

Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê: Armancgirtina binesaziyê herêmê karekî tirsonek e

Her wiha Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku armancgirtina binesaziya herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve karekî terorî ye û wiha got:

“Armanc ji van êrîşan, têkbirina aboriyê û çavkaniyên debara sivîlan e.”

Komeleya Newroz êrişên li ser herêmê şermezar kir

Komeleya Çandî û Civakî ya Newroz li Lubnanê jî êrîşên li ser herêmê şermezar kir û wiha got:

“Erdogan û hikumeta wî ya faşîst armanc dikin herêmê ji gelê wê yê resen vala bikin.”

Li dijî binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêla êrişên nû

Back to top button