“Çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn fikrê Rêber Ocalan e”

Welatiyên başûrê Kurdistanê jî diyar kirin ku çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn fikrê Rêber Apo ye.

Derbarê tecrîda li ser Rêber Apo, endamê Komîteya “Azadî ji bo Rêber Ocalan” Simko Sabîr, çalakvan Şadî Semed û welatiyê bi navê Şalaw Mehmûd axivîn.

Endamê Komîteya “Azadî ji bo Rêber Ocalan”, Simko Sabîr diyar kir ku di forma tecrîda li ser Rêber Apo de, derketiye holê ku pirsgirêk zêde bûne û got:

“Hemû gel parastina fikirê Rêber Apo dikin, ji ber ku ew çareseriya hemû pirsgirêkên e.

Ji bo vê, pêwîste hemû kurd xwedî li rêbertî derkevin.”

Çalakvana bi navê Şadî Semed jî destnîşan kir ku hemû welatên bihêz, fikrê Rêbertî weke metirsî dibînin, ji ber wê bi komployê jî dîl hate girtin.

Welatiyê bi navê Şalaw Mehmûd, bang li hemû azadîxwazên li cîhanê kir ku zextê li dewleta Tirkiyê bikin û dawî li vê tecrîdê bînin.

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 32’yan didome

Back to top button