Li Hollywoodê greva dîrokî

Leyîstikvan û derhênerên Hollywoodê dest bi grevê kirin. Grev wê bandoreke sereke li ser filmên werza Havînê tên kişandin bike.

Piştî ku li hevkirina di navbera studyoyên mezin ên fîlmê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û xebatkarên pîşesaziyê de negihişt encamê biryara çalakiyê hat dayîn.

Li ser navê Komeleya Lîstikvanên Sînemayê Duncan Crabtree-Ireland yê danûstandin dimeşand, da xuyakirin ku, rêveberiya sendîkayê biryara çalakiyê pejirand.

Bi vî yekê re ji nîvê şevê ve, lîstikvanan ji sala 1980’an ve cara yekem e dest bi grevê kirin.

Greva senarîstên li Hollywoodê ev nêzî 3 meh in didome.

Bi vî awayî, ji sala 1960’î ve, cara yekem e ku hem senarîst û hem jî lîstikvan bi hev re çalakiyan li dar dixin.

Tê gotin bi destpêkirina greva senarîstan re berhemên di warê sînema û televizyonê de kêm bûne.

Ger lîstikvanên din jî beşdarî çalakiyêbibin bi îhtimaleke mezin êdî xebat bi temamî rawestin.

Sendîkaya Screen Actors Guild, ku nûnertiya 160 hezar lîstikvanan dike, ji studyo sereke yên wekî Disney, Paramount, Netflix daxwaza zêdekirina heq û garantiya karanîna mejiyê çêkirî ku dê bandorê li mafên wan bike, dike.

Lê herdû aliyan nekarîn li ser mijarê li hev bikin û dema lihevkarina giştî ya hatibû diyarkirin doh şev qediyabû.

Di daxuyaniya komeleya çêkerên sînema û televizyonan a Hollywoodê de, biryara grevê ya lîstikvanan hat rexnekirin.

Serokê Kompanyaya Walt Disney Bob Iger di kanala televizyonê ya CNBC de diyar kir ku daxwaza sendîkayê ne rast e û biryara çalakiyê cihê xemgîniyê ye.

Tê texmîn kirin ku çalakiya heyî bibe sedema derengmayînên di hilberên Hollywoodê de.

Di çarçoveya biryara grevê de lîstikvan beşdarî film û reklaman nabin.

Ev yek jî ji bo fîlmên ku di demsala havînê de têne weşandin zirare.

Back to top button