Malbata Rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin.
Rêber Abdullah Ocalan di bin tecrîda girankirî de ye.
Ji bo hevdîtinê her carê malbat û Parêzer daxwaza hevdîtnê dikin.
Herî dawî îro birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Weysî Aktaş Melîhe Çetîn jî, ji bo hevdîtinê serî li her du cihan dan.
3 sal in ti agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin.
Her carê bi hincetên cuda cuda serlêdan tên redkirin.