Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka êrîşek çekdarî pêk hat, 8 kes mirin û gelek kes birîndar bûn.
Li bajarê Îndîanapolîs ê DYA yê, li dijî şîrketa barkêşî û lojîstîkê FedEx êrîşek çekdarî pêk hat.
Berdevka polîsan Ganae Cook daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku di êrîşê de 8 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Êrîşkar piştî êrîşê dawî li jiyana xwe anî.
Birîndar ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Têkildarî êrîşê şîrketa FedEx jî daxuyanî da û hevkariya xwe ya bi rayedararan re anî ziman.
Di demên dawîyê de êrîşên çekdarî yên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka rojeveke sereke ye.
9 Nîsanê li firoşgeheke li Texasê kesek hatibû kuştin û gelek kes jî birîndar bibûn.
Ev êrîş piştî çend saet ji pêşkêşkirina plana serokê DYA yê Joe Biden a têkoşîna li dijî tundiya çekdarî, pêk hatbû.
31’ê Adarê li nêzî Los Angelesê di êrîşêke çekdarî de yek jê zarokekî 9 salî 4 kes hatibûn kuştin.
Meha Adarê di du êrişan de 18 kes hatibûn kuştin.
Li ser vê yêkê nîqaşên têkildarî çekan ji nû ve dest pê kiriye.