Îran..Tehran ragihand ku ji sedî 60 ûranyûm pêşxistine

Teqîna li febrîqeya ûranyûmê bê bersiv nema. Îran bi zêdekirina ji sedî 60 ûranyûm bersîva Îsraîlê da.

Serokê Parlamenta Îranê Mihemed Bekir Galîbaf li ser hesabê xwe yê mediya civakî ragihand ku ji sedî 60 ûranyûm dewlemend kirine.

Nîvê şevê saet 00:40’an Muhemmed Bekir Galîbaf serxistina zanyarên Îranê ya ji bo ûryanyûmê ragihand û got:

Zanyarên me yên ciwan zêdekirina ji sedî 60 ûranyûm biserxistin.

11 Nîsanê li febrîqeya hilberîna ûranyûm ya Natanzê teqînek çêbibû û gelek santrîfujan zerar dîtbûn.

Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Îranê Abbas Erakçî 13’ê Nîsanê destpêkirina ji sedî 60 dewlemendkirina ûranyûmê ragihandibû.

Têkildarî teqînê Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî jî daxuyanî dabû û diyar kir bû ku wê teqîna li febrîqeya hilberîna ûranyûmê bê bersiv nemîne.

Û weke bersiva sereke jî wê ûraynyûmê dewlemend bikin.

Back to top button