Li Kuba deshilata 60 salî ya Castro bidawî bû

Li Kuba deshilata 60 salî ya Castro bidawî bû. Birayê biçûk ê lîderê Kubayê Fîdel Castro, Raûl Castro îro cara dawî serokatiyê ji Kongreya Partiya Komunîst kir.

Dawiya vê hefteyê li Kubayê serdemek diqede.

Raûl Castro ku wê bibe 90 salî, hate ragihandin ku wê teqawît bibe.

Tê payin ku Serokomarê heyî Mîgûel Dîaz Canel bikeve şûna Castro.

Bi vî rengî rêveberên nifşên nû li Kubayê derdikevin ser dikê.

Ev rêveberên nû ji nava şoreşa 1959’an derneketine.

Her çend teqawîtbûna Castro weke dawiya serdemekê bê nirxandin jî, nayê payin ku sîstem jî bi heman rengî biguhere.

Mîgûel Dîaz Canel hem ji bo piştgiriya gel werbigire û rewa bimîne, divê sîstemê dewam bike.

Bi gotineke din, nifşê nû wê nirxên berê biparêzin, lê belê modela heyî ya aboriyê nû bike, li gorî daxwazên nifşên ciwan û pêwîstiyên wan divê hin guherînan bikin.

Back to top button