Yemen..Di 48 saetên derbasbûyî de 96 kes li Maîrbê hatin kuştin

Li herêma Marîb ya Yemenê careke din şer gurbûye. Di encama şerê li herêmê ku navbera Husiyên piştevaniya xwe ji Îranê digrin û artêşa Yemenê de 96 kes mirin.

Li gorî AFP’ê yên ku agahiyan dispêre çavkaniyên leşkerî yên hêzên hikûmetê ku Erebistana Siûdî destekê dide yê, li herêma Marîb li gelek eniyan di şerê roja Çarşem û Pênşemê qewimîn de 36 leşkerên hêzên hikûmetê û 60 Hûsî mirine.

Hûsî bi fermî windahiyên xwe nadin.

Ji ber vê yekê ji çavkaniyeke din piştrastkirina vê nemimkûn e.

Li aliyê din qasidê Yemen ê NY Martîn Grîffîths doh bang li aliyan kir ku pêşniyara aştiyê qebûl bikin.

Grîffîths got:

“Niha yekan e tişta pêwîst, erêkirina aliyan e.

Yekan e rêya ji şer rizgarbûnê çareseriyeke siyasî ya muzakreyê ye.”

Hûsî ji meha Sibatê ve li Marîbê li dijî hêzên alîgirên hikûmetê dest bi şer kirin.

Şerê li Marîbê ji aliyê Yemeniyan ve weke ‘dayika şeran’ tê pênasekirin.

Lê ji bo sivîlan jî kabûseke ku dawiya wê neyê ye.

Back to top button