Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 220 kesên din bi Coronayê ketin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel mirina 5 kesan 220 kesên din bi vîrûsê ketin.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di nava 24 saetên derbasbûyî de 220 kesên din bi Coronayê ketine û 5 kesan jiyana xwe ji dest da.

Desteyê diyar jî kir ku 14 nexweş ji vîrûsê rehet bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 13 hezar û 423 kes bi Koronayê ketine, ji wan 447 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 421 kes baş bûne.

Her wiha biriyara qedexeya giştî ya ku Rêveberiya Xweser di 111 Nîsanê ragihandî û 13 Nîsanê ketî meryetê di roja 4’an de ye.

Back to top button