KJK: Dem hatiye sistema Îmraliyê ji holê bê rakirin

Koordînasyona KJK’ê destnîşan kir ku dem hatiye êdî sîstema Îmraliyê ji holê bê rakirin û ji bo parçekirina vê sîstema têkçûyî bang kir.

Kordînasyona KJK’ê têkildarî tecrîda girankirî û daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 29’ê Mijdarê de ya derbarê serlêdana CPT’î ku çûye Îmraliyê daxuyaniyek da.

KJK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir tevî ku CPT xwe weke saziyeke bêalî û serbixwe ya navneteweyî pênase dike, piştî çû Îmraliyê li ser rewşa Rêber Apo û her sê hevalên din daxuyanî neda û got:

“Agahiyên ku dibêje bi Rêber Apo re hevdîtin nehatiye kirin, rewşê girantir dike.

Ev rewş ispat dike ku CPT û saziyên navneteweyî yên pêwendîdar tecrîda giran û dîlgirtina li dijî mirovahiyê ye, erê kirine û bûne hevparê vê yekê. ”

KJK: Divê CPT rewşa li Îmraliyê eşkere bike

KJK’ê dest nîşan kir kû CPT tevî ku saziyeke bêalî ye, xwe daye alî û berjewendiyên hikumeta AKP-MHP’ê ya faşîst, pîvanên demokrasî û hiqûqî bi şeklî jî bi cih nîne û wiha domand:

“Sîstema Îmraliyê êdî hilweşiya ye, têk çûye. Yên ku ev sîstema li dijî mirovahiyê ava kirin 25 sal in nikarin îradeya Rêber Apo, tevgera azadiyê û têkoşîna azadiyê ya jinê bişikînin.

Rêberê me, gerîlayên me, gelê me, jin têkoşînê di sala 45’an de mezintir dikin û vê yekê destnîşan dikin.

Rêber Apo Îmrali kiriye zemîna wê yekê ku sedsala 21’ê bike sedsala gelan û jinan, nirxên Modernîteya Demokratîk bi sîstem bike û bike pêşeng.

Kiryarên herî hovane û bêrehm jî nekariye pêşî li vê bigire, wê nikaribe asteng bike.”

KJK’ê got divê ima hevdîtin bi Rêber Apo re nehatiye kirin, di rastiyê de çi qewimî ye, bi giştî rewş çawa ye, divê van hemûyan bi şênberî raxe pêş çavan.

“Ji bo Rêber Apo karibe parêzerên xwe bibîne tavilê gavê biavêjin, ji bo vê jî zextê li hikumeta Tirk bikin.

Divê em ji Rêber Apo bi xwe hîn bibin bê rewşa wî çi ye.

KJK’ê bang li jin, gel û dostên Kurdan kir ku ji bo hevdîtin bi rêber Apo re bê kirin, sîstema Îmraliyê ya têkçûyî parçe bikin, tune bikin têkoşînê mezin bikin û serî hildin.

Back to top button