Li Iraqê êrîşên hewayî ya Amerîkayê

Pentagon ragihand ku bi fermana raste rast ya Serokê Amerîkayê û di çarçoveya tolgirtina êrişa li ser baregeha Eyn Esed de, li Iraqê sê baregehên komên girêdayî Hîzbûllah bombebaran kirin.
Medya Iraqê jî diyar kir ku baregehên Hîzbullah ên li Enbar û Babil hatine bombebarankirin û encamê de kuştî û birîndar çêbûne.
Li gorî çavkaniyên ewlekariyê yên Iraqê jî li El Qaîmê 2 kes mirin.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) bi daxuyaniyekê ragihand ku bi fermana raste rast ya Serokê Amerîkayê Joe Biden li Iraqê li dijî komên girêdayî Hizbûllah bombebaran kirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êrîş di çarçoveya tolgirtina êrişa li ser baregeha Eyn Esed de pêk hatiye.

Şefê Pentagonê Aûstîn roja Sêşemê daxuyaniyek da û got:

“Hêzên leşkerî yên Amerîkayê bi rengekî bi pîvan êrîş birin ser sê navendên Kata’îb Hîzbûllah a bi piştgiriya Îranê û komên din ên li Iraqê yên bi piştgiriya Îranê.”

Amerîkayê êrîşên hewayî yên li Iraqê piştrast kir

Aûstîn got,

“Ev êrîşên hesas weke bersiveke rasterast a li hemberî êrîşên milîsên bi piştevaniya Îranê yên li dijî personelên koalîsyonê û Amerîkayê yên li Iraq û Sûriyê hate kirin.”

Llyod Austin diyar kir ku ji bo parastina gel û navendên xwe amade ne gavên hîn mezintir biavêjin.

Medya Iraqê jî diyar kir ku baregehên Hîzbullah ên li Enbar û Babil hatine bombebarankirin û encamê de kuştî û birîndar çêbûne.

Li gorî medya xwecihî û navneteweyî êrîş li herêma Cûrf al Sahr a bi 60 kîlometreyî dûrî Bexdayê û li herêma El Qaîm a li ser sînorê Sûriyê hate kirin.

Li gorî çavkaniyên ewlekariyê yên Iraqê jî li El Qaîmê 2 kes mirin.

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim El Aaracî sibeha Çarşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku êrîşên Amerîkayê ji aramîkirinê re nabe alîkar.

Back to top button