Bi çeka fêrbûna zimanê dayikê û ruxmî dûrbûna wan ji herêmên Rêveberiya Xweser û dorpêça wan ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve û êrişên li dijî wan, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdarî Şoreşa 19′ê Tîrmehê bûn.
Hikumeta Şamê bi dirêjahiya salan siyasetên bêserûber li dijî welatiyên Rojava meşandin.
Li ser Kurd û gelên din siyaseta erebkirinê meşand.
Nehişt bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin û mafên wan qedexe kirin.
Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî ne dûrî van siyasetan bûn.
Lê axaftina bi zimanê dayikê yek ji armancên hiştiya ku Şoreşa Rojava dest pê bike.
Herdû taxan gelek êş û azar kişandin.
Li malan û bi dizî zimanê Kurdî fêr dibûn Rêwîtiyeke dirêj e;
Tê de gelek astengî çêbûn. Lê şêniyan vîneke xurt a fêrbûna bi zimanê dayikê raber kirin.
Piştî destpêka Şoreşa 19′ê Tîrmehê, jî gelek gav li wir hatin avêtin.
Xwendekareke berê ya Saziya Zimanê Kurdî û endama rêveber a KPC-D′ê Zîlan Şêxo derbarê vê yekê axivî.
Zîlan Şêxo da zanîn ku ruxmî derfetên kêm û kêmbûna mamosteyan lê wan xwe gihand vê qonaxê.
Ji 2012′yan heta niha ve, guhartinên mezin di rewşa perwerdê ya li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de çêbûn.
Zîlanê destnîşan kir ku li her du taxan 13 dibistan hene..
Ji wan 3 taybet bi zimanê Kurdî ne û 10′ên din tê de meteryalên hikumetê tên xwendin û waneyên zimanê Kurdî tên dayîn.