Rûsya: Em amade ne balafirên xwe bi bihayekî kêm bidin Tirkiyê

Tevî hişyariyên Emerîkayê Tirkiye pergala S 400 ya ji Rusyayê kirîbû ceriband.
Rusyayê ragihand ku, wê di sala 2020 beşeke din a S-400 bidin Tirkiyê.
Hat diyarkirin ku Kongreya Emerîkî li dijî vê yekê wê hefteya bê spandina cezayan li ser dewleta Tirk bixe dengdanê.

Dewleta Tirk a dagirker tevî hişyariyên DYE yên ji bo kirîna pergala S 400 a Rûsî, danûstandinên kirîna pergalê dewam dike.

Rêveberê Komîteya Federal a Rûsî ji bo hevkariya leşkerî Dîmitrî Şoygav (Dmitry Shogayev) diyar kir ku “herî zêde sala bê, wê Rûsya beşekî din ê pergala S-400 bide Tirkiyê”.

Di hevpeyîvînekê li gel ajansa “Intirfaks” de rêveberê leşkerî yê Rûsî destnîşan kir ku di vê mijarê “danûstandin didomin û ew amade ne balafirên xwe jî bi bihayên kêm bidin Tirkiyê.”

Ev daxuyaniya Rûsyayê di wextekê ku, NATO aciz e û Emerîka jî ji bo kirîna pergala S-400 cezakirina Tirkiyê lêkolîn dike hat dayîn.

Kirîna pergala S 400
The Hill: Hefteya bê sepandina cezayan li ser Tirkiye bikeve dengdanê

Rojnameya Emerîkî The Hill jî ragihand ku desteya têkiliyên derve ya Meclisa Rûspiyan a Emerîkî amadekariyên spandina cezayan li dijî dewleta Tirk dike.

Serokê destêyê, senetorê Komarparêz Jim Risch ji rojnameyê re got:

“Hefteya bê wê spandina cezayên li dijî Tirkiye, li Congressê dikeve dengdanê.”

Jim Risch tekez kir ku ev gav, li dijî kirîna Tirkiye ya pergala S 400 û êrîşên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî ye.

Beriya niha jî Congressa Emerîkî li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî bi 403 dengên erê û 16 dengên na spandina cezayan a li ser dewleta Tirk erê kiribû.

Leave a Reply

Back to top button