Qaymeqam li Girê Spî û Serêkaniyê erkdar kir

Dewleta tirk a dagirker ku xaka Sûrî dagirkiriyê, êdî van herêman jî bi rêveberiya dewleta tirkiyê ve girê dide.
Piştî dagirkirina Girê Spî û Serê Kaniyê, dewleta tirk a dagirker waliyên xwe ji bo van bajaran erkdar kir.

Serokkomarê dewleta tirk a dagirer Erdogan ku hertim di gotinê de dibêje çavên wî ne li axa ti welatekî ye, lê tişta ku li ser erdê xuya dike tam dijberî gotinên wî ye.

Dewleta Tirk a dagirker ji naha ve Serêkaniyê û Girê Spî li ser xaka tirkiyê zêde kiriye û ji bo rêvebirina van navçeyan jî ji aliyên dewleta Tirk a dagirker ve qeymeqam hate erk darkirin

Waliyê bajarê Rihayê Ebdullah Erin ragihand ku ji bo rêvebirina Girê Spî û Serê Kaniyê wan qeymeqam erkdar kirine.

Abdullah Erin da xuyakirin ku herdu qaymeqaman ji heftiyek berî niha dest bi erkê xwe kirine.

Herwiha Waliyê Rihayê ragihand ku wê di demek nêz de li van bajaran asayîş jî were avakirin.

Leave a Reply

Back to top button