Dag û Er çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin

65 rojan Mazlûm Dag û Abdurrahman Er di gerva birçûbûnê de man.
Piştî berxwedana 65 rojan îro çalakiyan xwe bi dawî kirin.
Ev yek ji aliyê malbatên herû girtiyan hat eşkerekirin.

Li dijî zextên PDK’ê Dag û Er ketibûn gireva birçîbûnê.

Rewşa herdû girtiyan gelekî giran bû.

Tevî vê yekê jî kes dengê xwe nekir.

Piştî 65 rojan çalakiyan xwe bi dawî kirin.

Malbatên Dag û Er ragihandin ku daxwazên zarokên wan hatine qebûlkirin.

Li ser qebulkirina daxwazên wan di roja 65’emîn de çalakiyên xwe bidawî kirine.

“Kurê me rastî eşkenceyê tê û wek terorîst nêzîkatî lê tê kirin”

Dayîk û bavê Abdurrehman Er diyarkirin ku rewşa kurê wan di girtîgehê de gelek nebaşe û gotin:

“Di girtîgehê de wek terorîst nêzîkatî lê tê kirin û êşkence li wan tê kirin.

Dayîk û bavê Abdurrehman Er bang kirin ku divê rê neyê dayîn ku mafên wan di girtîgehê de bên binpêkirin

Li dijî zetên PDK’ê greva birçîbûnê ya Dag û Er 64 roj in didome

Back to top button