Xelkên Hesekê: Sedema tunebûna avê dagirkeriye

Şêniyên Hesekê êşên tunebûna ava vexwarinê dikişînin û got sedema wê dagirkerî ye. Her wiha şêniyan kêmasiyên saziyên navneteweyî û mirovî, ji bo alîkariya şêniyan di peydakirina ava vexwarinê û ji nû ve bikaranîna stasyona Elokê de, rexne kirin.

Welatiya bi navê Nûra Îbrahîm gazinên xwe kir û got:

Ev 4 roj dilopek ava vexwarinê li mala wê tune ye û sedema nebûna avê dagirkerî ye.

Welatiyê bi navê Ehmed Osman jî dibêje:

“Em spasiya însyatîfa Gerînendetiya Avê ya Qamişloyê dikin.

Ji ber bi însiyatîfek mirovî rabûn.”

Ehmed daxwaza zêdekirina însiyatîfên bi vî rengî kir.

Li aliyekî din jî welatiyê bi navê Îbrahîm Xelîl jî got:

“karek başe dema ku qamişlo barê me rake.

Lê pirsgirêk bi çend sarîcan çareser nebe, Saziyên mirovî tune ne em nabînin.”

Ji Qamişlo tankerên avê ji bo Hesekê hatin şandin

Back to top button