Konferansên li Hambûrgûê bi 23 atolyeyan dewam dikin

Di konferansên “Dijberiya Modernîteya Kapîtalîst” de yên ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan lê tên nîqaşkirin, 23 atolye hatin lidarxistin.

Çareserî û fikrên Rêberb Abdullah Ocalan ên ji bo jiyana civakî, siyasî, ciwan, huner û pirsgirêka jinê, ji aliyê saziyên raman û aktîvîstên li gelek welatan ve dewam dikin.

Konferansa bi navê ‘Dijberiya Modernîteya Kapîtalîst’ a 4’emîn didome û di çarçoveya konferansê de atolyê tên lidarxistin.

Konferans li şaredariya Wilhelmsburg dewam dike.

Ji bo protestokirina helwesta rektor, konferans di roja 3’emîn de bi xebatên atolyeyê yên li derên cihê yên Hambûrgê didome.

Li 4 cihên bajêr, li 13 eywanan bi 23 atolyeyan, fikrên Rêber Abdullah Ocalan tê nîqaşkirin.

Di serî de Medyaya Kurdî, Jineolojî, Şano, Dîrok, Eko-sîstem, Dîroka Berxwedanê û tecrubeya Rojava gelek mijar û pirsgirêk tên nîqaşkirin.

Back to top button